PeyamaKurd – Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn diyar kir, erdhej li taxa Îslahiyeyê wêraniyeke mezin çêkir û got, "Zêdeyî nîvê navçeya 60 hezarî tune."
Di 6ê Sibatê de 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku navenda wê Kahramanmaraş bû, herêma ku li 10 parêzgehan bi qasî 13,5 mîlyon mirov lê dijîn wêran kir.
Li gorî daneyên dawî yên fermî yên hatin ragihandin, di hilweşînê de 2316 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di erdhejên ku 6 hezar û 217 avahî hilweşiyan de 13 hezar û 293 kes birîndar bûn. Piştî karesata erdhejê 7 roj şîna neteweyî hat ragihandin.
Şahîn derbarê pirsa "Hûn dikarin diyar bikin ka çend avahî hatine hilweşandin?" de wiha bersiv da, “Zêdeyî nêvîyê wê navçeya ku nifûsa wê 60 hezar e tune, felaketeke bi temamî heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin