PKK: Me hemû çalakiyên xwe rawestandin!

PKK: Me hemû çalakiyên xwe rawestandin!

PeyamaKurd – Cemîl Bayik ku yek ji damezrînerên PKKê ye ji kanaleke nûçeyan a nêzî PKKê re axivî û diyar kir, ji ber erdheja Mereşê, baskê çekdarî yê PKKê HPGê biryara rawestandina hemû çalakiyan daye.

Cemîl Bayik diyar kir, wan bang li hêzên leşkerî kir ku ji ber erdhejên li Mereşê çalakiyên xwe rawestînin.

Bayik ji çapemeniya PKKê re axivî û got, “Em bang li hemû hêzên xwe yên çalakiyên leşkerî dikin; Li Tirkiyeyê, li metropol û bajaran çalakiyên leşkerî rawestînin. Dîsa me biryar da ku heta dewleta Tirk li hemberî me neyê û êrîşî me neke em ê gavan neavêjin. Heta ku êşa gelê me sivik bibe û birînên wan neyên dermankirin, biryara me derbasdar e."

 
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin