Li Diyarbekirê li ser xaniyên hilwesiyan biryara binçavkirina 29 kesan hat dayîn

Li Diyarbekirê li ser xaniyên hilwesiyan biryara binçavkirina 29 kesan hat dayîn

PeyamaKurd – Serdozgeriya Diyarbekirê li ser çêbûna erdheja ku navend bajarê Maraşê ye û li Diyarbekir jî ji ber erdhejê gelek avahî xerab bûn û bi sedan kes di avahiyan de can dan, serdozgerî biryara binçavkirina 29 kesan da.

Kesên di derbarê wan de biryar hatiye dayîn yên ku barê avakirina avahiyan girtine ser xwe û paşî ew kesên ku li dijî qanûna îmarê di avahiyan de guherînan kirine.

Tîmên asayîşê ji bo girtina kesên biryara wan ya binaçavkirinê hene, li wan digerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin