PeyamaKurd- Wezîrê Pêşketinê yê Brîtanyayê Andrew Mitchell amaje bi wê yekê kir ku piştî erdhejên wêrankir ên li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbûn û bandora xwe li bajarên bakur û bajarên rojava û Suriyeyê kirin, dê gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Suriyeyê, aloztir bibe.
Andrew Mitchell, di derbarê erdhejê de ji Sky News re axifî û da zanîn ku civaka navdewletî, li ser alîkariya ji bo Suriyeyê, gelek aciztir e.
Mitchell Mitchell got ku "Me karibû ji yekane deriyê ku ji NY re vekirî derbas bibin, lê di erdhejê de ew derî gelek zirar dît. Ji ber vetoya Rusyayê, Neteweyên Yekbûyî nikare 3 deriyên din ên ji Tirkiyeyê ber bi Suriyeyê ve bi kar bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin