Wê Rûsya 80%ê petrola xwe hinardeyî welatên dost bike!

Wê Rûsya 80%ê petrola xwe hinardeyî welatên dost bike!

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak, ji ber kêmbûna rêjeya firotina petrola rûsî li cîhanê ku dorpêç hatine sepandin, diyar kir ku ew dê petrola xwe hinardeyî welatên dost bikin.

Novak ji medya rûsî re gotiye, di sala 2022yan de ji ber dorpêçên Ewropayê hinardeya gaza sirûştî hatiye kêmkirin, lê wan hinardeya petrolê jî zêde kiriye.

Herwiha Novak daye zanîn ku ew dê petrolê nedin welatên ku bi awayekî neyasayî nirxê petrola rûsî diyar kirine û diyar kiriye, "Em plan dikin îsal ji sedî 80ê zêdetirê petrola xwe û ji sedî 75ê berhemên petrolê hinardeyî welatên dost bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin