PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Erebîstana Siûdî ve daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê şêniyên neqanûnî yên ji aliyê Îsraîlê ve li herêmên dagirkirî hatine avakirin red kir û xwest ku dest ji pêkanînên yekalî berde.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li dijî biryara Îsraîlê ya qanûnîkirina 9 wargehên cihûyan ên neqanûnî yên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî ne.
Bi rêya daxuyaniyê bal hat kişandin ku "Erebistana Siûdî niştecihbûna li herêmên Filistînê yên dagirkirî red dike û li ser girîngiya pabendbûna rêveberiya Îsraîlê ya bi biryarên navneteweyî, da zanîn ku ev pêkanînên yekalî ne û nexistina derfetên aştiyê ne.
Her wiha hat gotin ku "Helwesta Erebistana Siûdî ew e ku bibe alîgirê doza Filistînê."
Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê, li gorî qanûnên Îsraîlê "qanûnîkirina" 9 wargehên cihûyan ên neqanûnî yên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî qebûl kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin