Biryar hat dayîn: Wê ji bo avadankirina Singalê budçe bê diyarkirin

Biryar hat dayîn: Wê ji bo avadankirina Singalê budçe bê diyarkirin

PeyamaKurd – Parlamentarê Kurd di Parlamentoya Iraqê de, Mehma Xelîl eşkere kir ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî rizamendî daye sindoqa avadankirina Şingalê û wê budçeya wê jî di nav budçeya 2023yan de bê diyarkirin.

Mehma Xelîl got: “Piştî me bi nivîseke fermî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku sindoqa avadaniyê ji bo Şingalê bê danîn, niha ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve reizamendî hatiye dayîn û dê di nav budçeya sala 2023yan budçeya wê bê diyarkirin. Ev yek jî dê bibe sedemek ji bo avadaniya Şingalê û vegera koçberan.”

Li gorî nûçeya BasNewsê Cîgirê parêzgerê Nînowa yê karûbarên îdarî Rifet Simo jî gotiye: “Avakirina sindoqa avadaniya Şingalê dê bibe sedem ku rewşa Şingalê ber bi başî ve biçe. Ji ber heta niha Şingal her wêrane ye û avadanî negihîştiye Şingalê. Ew pereyê ku ji aliyê welatan ve ji bo avadaniya Şingalê hatiye cuda kirin, dê di wê sindoqa avadaniya Şingalê de bê komkirin û bi wî pereyî wê Şingal bê avakirin. Eger em li benda Iraqê bin, bi taybet ew pereyê ji budçeya Mûsil li gor hejmara rûniştvanan bo Şingalê dê bê cuda kirin, heta 15 salên din jî Şingal nayê avakirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin