PeyamaKurd – NATOyê diyar kir, wê 1000 konteyneran bişîne herêmên erdheja Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Fermandariya Hêza Hevbeş a Napoli ya NATOyê da zanîn, “Ji bo şandina herî kêm 1000 konteyneran ji Tirkiyê re ku wê mexdûrên erdhejê di wan de bimînin, demek e amadekarî destpê kirine.”
Medyaya Tirkiyê ragihand, ji bo veguhestin û avakirina “cihê nîv niştecîbûnê” tîmeke NATOyê ya 6 kesî li qadê lêkolînkirine û piştre ji bo veguhestinê konteynerên ji depoya NATOyê ya li Îtalyayê hatin derxistin.
Hat eşkerekirin, veguhestina yekem beşa konteyneran wê hefteya bê destpê bike. Li cihê niştecîbûnê ku wê ji aliyê NATOyê ve bê avakirin, wê herî kêm 2 hezar kes bikaribin lê bimînin.
Herwiha NATOyê pêştir ragihandibû, ji bo şandina cihê niştecîbûnê bijardeyên herî guncav ên veguhestinê tên nirxandin û piştî cihê niştecîbûnê bê avakirin, çadirên zivistanî ku wê welatên endamên NATOyê bişînin, li derdora wê bên bicîhkirin.
Li gor zanyariyan, cihê niştecîbûnê ku wê NATO bişîne, pêştir di manora û operasyonên NATOyê de hatine bikaranîn û di nav de sîstema germkirinê, jenerator û nexweşxane hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin