Joe Biden: Ez kabûsa wan im!

Joe Biden: Ez kabûsa wan im!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir, ew ê pêşniyara Komarparêzên li Kongreyê ji bo sînordarkirina alîkariyên tenduristiyê û lêçûnên ewlehiya civakî veto bikin û got, "Ev xeyala Komarparêzan e. Ez kabûsa wan im."

Biden li ser polîtîkayên aboriyê yên li eyaleta Marylandê axivî û da zanîn, bi saya polîtîkayên ku di van 2 salên dawîn de meşandin, aboriya welêt bi pêş ket û ev yek bi awayekî erênî bandor li hemû beşan kir. Biden bal kişand ser zêdebûna reqemên îstihdamê û got, qanûna binesaziyê ya ku bi erêkirina her du partiyan hat derxistin, ji bo aboriya welêt jî tevkariye.

Joe Biden diyar kir, 500 hezar îstasyonên şarjê yên wesayîtên elektrîkê yên li ser rêyên Amerîkayê bên avakirin, wê bi kêrî hawirdorê were û gaza karbonê kêm bike û wiha got: "Bi saya van projeyan wê gelek Amerîkî bên îstixdamkirin."

Ez ê li ser sînorê deynan muzakereyê nekim

Biden got, "Ez ê li ser sînorê deynan muzakereyê nekim." Ji aliyê din ve rexne li siyaseta aborî ya berê û niha ya Komarî girt. Bi bîr xist ku Amerîka ji her welatekî din ê cîhanê bêtir ji bo dermanên bi reçete pereyan dide, Biden got ger Komarparêz li Kongreyê ji bo kêmkirina lêçûnên derman û ewlehiya civakî tevbigere, ew ê wê veto bike.

Biden got, "Xeyala Komarîyan ev e. Ez kabûsa wan im" û got, ger Komarparêzên li Kongreyê pêşniyara wan qebûl bikin, wê di nav 10 salan de 3 trîlyonek din li deynê heyî were zêdekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin