PeyamaKurd – Piştî erdheja ku navenda wê Maraş bû û bandorê li 11 parêzgehan kir, hat tesbîtkirin ku xeta fayê ya erdhejê di beranberê çiyayê Torosan de diçe û navça Nurdaxiyê jî li ser heman xetê ye ku zerara mezin ji erdhejê diye. Piştî tesbîta zerara erdheja li Nurdaxiyê, parêzgerê koordînator yê Şirnexê Osman Bilgin ku ji aliyê hukumetê de ji bo wê derê hatiye wezîfedarkirin, ragihand ku wê Nûrdaxiyê ji xetta fayê ya erdhejê dûr ava bikin. Ev jî tê vateya ku wê Nûrdaxi li ciyê xwe nemîne. Bilgin, ragihand ku ji roja ewilî de di seha erdhejê de dixebitin û weha dewam kir:
“Dibe em navçê ji xeta erdhejê dûr li ciyekî dinê ava bikin. Agahiyên gemarî di mijarê de li ser medyayê tên gerandin. Ew agahî rast nînin. Di tesbîtan de %20 ê avahiyan jê derxe yên din ya xerabûne an xesara wan mezine. Hinek kes wisa fam kirine ku em ê nevenda navçê bibin bajarekî dinê. Lê ew ne raste. Dibe em navenda navçê nêzî ciyekî ku lê ye ava bikin. Ne li ciyekî dûr û ne li ser faya erdhejê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin