PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden got, tu delîl tune ku sê tiştên li qada hewayî ya Amerîkayê hatine tespîtkirin û avêtin, bi çalakiyên îstîxbaratê yên Çîn an welatekî din ve girêdayî ne û ew tişt bi îhtîmaleke mezin ji bo armancên bazirganî an lêkolînê li qada hewayî ne.
Biden di derbarê "balona sîxuriyê" ya Çînî ya ku di 4ê Sibatê de hat xwarê û paşê 3 tiştên li qada hewayî ya Amerîkayê difiriyan hatin dîtin û avêtin, daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Biden da zanîn, ew bi rastî nizanin tiştên ku di hefteya dawî de avêtine çi ne, Biden got, "Lêbelê, heya niha tu delîl tune ku ev tişt bi bernameya balonên sîxuriyê yên Çînê ve girêdayî ne an jî amûrên çavdêriyê yên welatekî din in."
Biden eşkere kir, tîmên îstîxbaratê nirxand ku ev her sê tişt bi îhtîmaleke mezin aîdî kompaniyên taybet an saziyên lêkolînê ne ku hewayê lêkolîn dikin an lêkolînên zanistî dikin.
Biden bal kişand ser wê yekê, dema ew hat rêveberiyê, ferman da ekîba îstixbaratê ku lêkolîneke berfireh li ser tiştên hewayî yên nenas bikin, got, "Tu delîlên me yên ji nişka ve zêdebûnek li esmanan tune." Biden destnîşan kir, sedema dîtina tiştên bi vî rengî yên van demên dawî guhertinên di mîhengên radarê de ne.
Biden diyar kir, ew ê derbarê polîtîkayên xwe yên di vê mijarê de Kongreyê agahdar bikin û ji bo ku bi tiştên li qada hewayî re bi ewle û bi bandor tevbigerin wê hin amadekariyan bikin.
Di vê çarçoveyê de Biden got, ew ê gavên weke pêşxistin û nûkirina envanterên balafirên bêmirov ên li fezayê, pêşxistina kapasîteya pêwîst ji bo tesbîtkirina tiştên li qada hewayî, nûkirina rê û rêbazên di vî warî de bavêjin û got. Wezareta Karên Derve wê normên gerdûnî yên li ser "qada ku qaîdeyên wê bi giranî ne diyar in" saz bike.
Biden destnîşan kir, ew li pey hevrikiyê ne, ne nakokiyên bi Çînê re ne û wiha got: "Niyeta me ya şerekî nû yê sar tuneye. Lê ez lêborînê naxwazim. Em ê têbikoşin û em ê bi berpirsyarî vê pêşbaziyê bi rê ve bibin da ku veneguhere şer."
Biden got, ew hêvî dike ku bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtinê pêk bîne û destnîşan kir, bi xistina balonê re peyameke zelal didin ku "binpêkirina serweriya wan nayê qebûlkirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin