Di roja 11emîn a erdhejê de 5 mucîzeyên mezin pêk hatin

Di roja 11emîn a erdhejê de 5 mucîzeyên mezin pêk hatin

PeyamaKurd – Piştî erdhejên navenda Mereşê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û rakirina mayînan dewam dikin.

261. SEAT

Li navçeya navenda Antakya Hatayê di seat 261an de Mehmet Alî Şakirogluyê 26 salî û Mustafa Avcî yê 33 salî ji bin xirbeyên avahiya ku li navenda navçeya Antakya Hatayê hat xelaskirin.

Ekîban li Taxa Odabaşiyê li ser xirbeyên nexweşxaneya taybet dixebitin, 2 kesên sax dîtin.

Piştî xebatên giran, Mehmet Alî Şakiroglû yê 26 salî û Mustafa Avci yê 33 salî tespît kirin.

Tîmên erdhejê di saet 261. de Şakiroglu û Avcî ji bin xirbeyan rizgar kirin.

Şakiroglu û Avci piştî midaxeleya ewil li nexweşxaneya meydanî rakirin nexweşxaneyê.

260. SAET

Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên li Taxa Ekîncî ya navçeya navenda Antakyayê ya Hatayê di xirbeyên Apartmana Buketê da dixebitin gihîştin zarokekî.

Osman Helebiye 12 sali ku welatiye biyani ye di seat 260an da bi xebaten ekiban ji bin xirbeyan hat xilaskirin.

Zarok bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

258. SEAT

Ekîbên ku li Mereşê li ser bermahiyên Cihê Ebrarê dixebitin tespît kirin ku kesek sax e.

Piştî xebata dijwar ekîban Neslihan Kilinç a 29 salî rizgar kirin.

Kiliç ê ku di saet 258an a erdhejê de ji bin xirbeyan hat derxistin, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

248. SEAT

Aleyna 17 salî di saet 248an de li Apartmana Atabey ya Taxa Kayabaşi ya Mereşê ji bin xirbeyan hat rizgarkirin.

Ekîbên li Taxa Atabey a Taxa Kayabaşi ya navçeya Mereşê Dulkadiroğluyê dixebitin di saet 248an da xwe gihandin Aleyna Olmez a 17 salî.

Keça ciwan a ku ji bin xirbeyan hat rizgarkirin bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin