PeyamaKurd – Roja 6ê Sibatê li du erdhejên mezin ên navenda wan Mereş bû û bi pileyên 7,7-7,6 rû dan ku felaketeke mezin a mirovî bi xwe re anî.
Heta niha li gorî amarên fermî zêdetirî 38 hezar kes li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê can dane û rakirina kavilên avahiyên hilweşiyayî jî di roja 12an a piştî erdhejê de dewam dike.
Semsûr bêxwedî hat hiştin…
Li gorî agahiyên ji herêmên erdhejê tên ku bi taybet jî ji bo bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê tê gotin ku bêxwedî hatiye hiştin, hê jî dibe bi hezaran kes û cenaze di bin kavilan de mabin ku tenê li bajarê Semsûrê behsa wefata zêdetirî 11 hezar welatiyan tê kirin.
Li Semsûrê, Mereşê, Hatayê û navçeyên Dîlokê yên Islahiye û Nudagê ji ber wêraniya mezin a erdhejê bi sed hezaran mexdûrên erdhejê aware bûne û hîn jî ji derve dimînin ku li stargehekê digerin.
Li gorî çavkanî û parvekirinên li ser medya civakî, pêdiviya mexdûrên erdhejê yên bê xanî û mal hê jî bi çadir, sobe, xurek, cilûberg û gelek pêwîstiyên din ên jiyanê heye ku di roja 12emîn a piştî erdhejê de jî bi hezaran ziyandîtiyên erdhejê li benda alîkariyan e.
Sazî û dezgehên xêrxwazî û xwebexş hewl didin alîkariyan bigihînin herêmên erdhejê ku ji roja pêşî ve xebatên xwe dimeşînin, lê ji ber mezinbûna felaketê dibêjin, hevkarî û alîkarî têrê nakin û banga zêdetir alîkariyan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin