PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hatayê piştî 12 rojên erdheja 6ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, kesekî 45 salî di saeta 278an de ji bin kavilên avahiyekî bi saxî hatiye derxistin.
Hat zanîn ku tîmên rizgarkirinê îro 17ê Sibatê tespît kirine ku di bin kavilên avahiya bi navê Tolga ya taxa Elektrikê ya Hatayê de, sax e.
Piştî xebatên tîmên rizgarkirinê hat ragihandin ku welatiyê bi navê Hakan Yasinoglu yê 45 salî di saeta 278an de, bi saxî hatiye rizgarkirin û ew bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Li gorî amarên fermî yên îro 17ê Sibatê hatine eşkere kirin, heta niha li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di encama erdhejê de, 38 hezar û 44 kesan can daye. Ji ber zêdebûna avahiyên hilweşiyayî yên hîn kavilên wan nehatine rakirin, tê çaverêkirin ew hejmar zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin