PeyamaKurd – Li başûrê Pakistanê li eyaleta Sindê, berdevkê hukumetê Murtaza Wahab ragihand ku li payîtext Qaraçiyê 2 kes êrîşê ser barageha rêvebiriya polîsan kirine, her dû êrîşker ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatine kuştin. Yek ji wan bombayê bi ser xwe de teqandiye. Berdevk Wahab agahiya xwe serê sibê daye û di agahiya xwe de ragihandiye ku 3 kes ji hêzên asayîşê û kesekî sîvîl di êrîşê de mirine û 19 kes jî birîndar bûne.
Berdevk ragihand ku rewşa birîndarekî xedare û yên dinan başe. Avahiya ku êrîşker êrîşê kirine ser, dora wê hatiye valakirin. Li gor agahdayîna cîgirê mufettîşê Qaraçiyê İrfan Baloch ku ji bo çapemeniyê ragihandiye, êrîşker 25 bombeyan avêtiye baregehê. Pevçûna esasî di qata 3em û 4 em de pêkhatiye û diqata 5an de taqeta êrîşker nemaye.
Di encamê de her 3 êrîşker û 3 kesên asayîşê û tevî yê sîvîl bi temamî 7 kes hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin