Diyarbekir dîsa hejiya!

Diyarbekir dîsa hejiya!

PeyamaKurd – Piştî erdheja ku navenda wê Dîcle ye bi lerza 4an ku di saet 06.04an de li Diyarbekirê pêk hat, di saet 10.09an de li navenda Haniyê erdhejek pêk hat.

Li gor daneyên AFADê li navçeya Dîcleya Diyarbekirê erdhejeke bi lerza 4an pêk hat. Kûrahiya erdheja ku di saet 06.04an de pêk hat 7 kîlometreyan pêk hat.

Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand, di saet 10.09an de erdhejeke bi dijwariya 4,5an pêk hat ku navenda wê Çukurkoya navçeya Haniyê ye. Hat diyarkirin, erdhej 5 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Ji aliyê din ve piştî du erdhejên mezin ên roja Duşemî 6ê Sibatê li Mereşê, zêdetirî 7 hezar erdhejên paşerojê li herêmê qewimîn. Erdhejên bi pileya 4, 5 û 6 li 10 parêzgehan berdewam dikin.

Li Diyarbekirê di erdhejên mezin de 7 avahî hilweşiyan, 414 kesan jiyana xwe ji dest dan û 912 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin