CHP seredana Dadgeha Qanûna Bingehîn dike

CHP seredana Dadgeha Qanûna Bingehîn dike

PeyamaKurd- Qanûna înfazê ku ji meclisa Tirkiyê derket û serokkomar Erdoğan jî qanûn tesdîq kir, di rojnama fermî ya dewletê de hat belavkirin û bû qanûn. Li ser mijarê serokê partiya muxalefetê yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu weha got:

“Hemû hevalên me heya sibê xebitîn. Xwestin AKP û MHP ê razî bikin lê razî nebûn. Tişetaka taybet jî kirin da aştîxwaz dernên derve. Hevalên me bo wê jî îtîrazê kirin lê dema dor hat ser dengdanê, jimara wan ji yên me zêdetir bûn û qanûn derket. Weka jimara dengan tablo li ortê bû. Me xwest ku jimareka bi sînor tevlî dengdana meclisê bibin ku ew jî bi sedema koronavîrusê bû. Ez ne şaşbim wê sibê seredana dadgehê bikin. Ji aliyê şeklî de wê bikin. Daxwaznama wê hat amadekirin. Paşî wê di wexta wê de seredana Dadgeha Qanûna Bingehîn bikin.”

Kılıçdaroğlu ragihand ku qanûna nû ya înfazê derketiye, nebûye bersiva millete û millet pê rihet nîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin