Kamboçyayê bang li Amerîkayê kir!

Kamboçyayê bang li Amerîkayê kir!

PeyamaKurd Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Sen bang li NATO û hin hevalbendên Amerîkayê kir ku pêşî li karanîna cebilxaneyên goşeyî yên Amerîka plan dikir ku ji Ukraynayê re bişîne asteng bikin.

Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Sen derbarê daxuyaniya Amerîkayê ya ku di nav wan da muhîmatên goşeyî jî di nav da 800 milyon dolar alîkariya leşkerî ya nû bide Ukraynayê li ser medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî da û bang li "endamên NATOyê û hin hevalbendên Amerîkayê" kir û da zanîn, divê welatên navborî berpirsyariya xwe ji nebikaranîna bombeyên goşeyî bigirin ser xwe.

Serokwezîr Hun Sen got, "Ji bo hin hevalbendên Amerîkayê yên wekî Brîtanya, Almanya, Kanada û Spanya ku endamên NATO û aliyên Peymana Cebilxaneyên Goşeyî ne, ez bangewaziya xwe berdewam dikim ku bi hevbeşî rê li ber bikaranîna vê çeka kujer ji aliyê Serokê Amerîkayê (DYA) Joe Biden û Serokê Ukraynayê ve bigirim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin