PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew ji bîr nakin û efû nakin ku Amerîkayê vîze nedaye rojnamevanên Rusî.
Sergey Lavrov, beriya ku ji bo civînên Neteweyên Yekbûyî (NY) biçe New Yorkê, di daxuyaniyên xwe de rexne li rayedarên Amerîkayê kir ku vîze nedaye rojnamevanên Rus ên ku diviyabû bi wî re biçûna New Yorkê.
Lavrov got, "Ez dizanim hevkarên me yên Amerîkî bi kirina tiştên wiha navdar in, lê min digot qey ew ê vê carê bi awayekî cuda tevbigerin."
“Em ê efû nekin”
Wezîrê Rusyayê di dewama axaftina xwe de got "Ev welatê ku xwe wekî 'bihêztirîn, aqilmend, herî azadîxwaz, herî dadmend' bi nav dike, ji tirsan, tiştekî bi ehmeqî kir û nîşan da ku ew bi rastî çawa li nirxên ku ew dibêje girîng e, wekî parastina azadiya derbirînê û mafê bidestxistina agahiyan dinihêre.
Ya herî girîng ew e, ez we piştrast dikim ku em ê vê yekê ji bîr nekin û em ê efû nekin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin