PeyamaKurd - Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, roja 7ê Çileyê 2019an tifaqa hilbijartinê ragihandibûn.
Hat zanîn ku dê li 12 navçeyên Bakurê Kurdistanê namzedên ji partiyên Kurdistanî ji bo şaredariyan werin destnîşankirin.
Li gor zanyariyan, dê di hilbijartinên herêmî de 12 nûnerên partiyên Kurdistanî li bajarokên Bakurê Kurdistanê wekî berbijêr têne destnîşankirin û dê herwiha nûnerên wan partiyan di meclîsên şaredariyan de jî dê cî bigirin.
7ê Çileyê 7 partî û rêxistinên bi navên; Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Demokratîk a Şoreşgerî ya Kurd (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyan, Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokrata Kurdistan - Tirkiye (PDK-T), bi HDPê re hevpeymaniya hilbijartinên herêmî ragihandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin