Barzanî bi sanda amerîkî re civiya: Heyameke erênî heye

Barzanî bi sanda amerîkî re civiya: Heyameke erênî heye

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê bi Cîgirê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de William Roback civiya.

Di civînê de Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin jî amade bû û pêşhatên dawî yên Iraq, Herêma Kurdistanê, navçeyê û rûbirûbûna gefên terorê hatin guftûgokirin.

‘PÊWÎST E ZEMÎNA ASAYÎKIRINÊ BILEZ BÊ AMADEKIRIN’

Mesrûr Barzanî nerîna xwe derbarê tevgera berdewam a DAIŞê li hin navçeyên Iraqê zelal kir û tekezî li girîngiya çareserkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir û got, “Pewîst e zûtir zemîneya asayîkirina rewşa wan navçeyan bê amadekirin.”

‘HEYAMEKE ERÊNÎ JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN HEYE’

Barzanî herwiha behsa hatina heyameke erênî ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û diyar kir, “Ev heyam ji bo avêtina pêngavên pêwîst bi arasteya çareserkirina tevahiya pirsgirêkan, hevkar dibe.”

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de piştgîriya welatê xwe ji hêza Pêşmerge û hevahengiya di navbera hêzên pêwendîdar û hêzên Hevpeymanan de dubare kir û ragihand, girîngîpêdan bi wê hevahengiyê ji bo rêgirtina li tevgera teroristan li Iraqê bi pêwîst dizane.

Di wê civînê de, herwiha guftûgoyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergîriyê ya Iraqê de û qonaxên şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê jî hatin axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin