PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad xwest ku Kurdên Feylî werin qerebû kirin.
Hedad da xuyakirin, bi destê rejîma berê ya Iraqê kurdên Feylî rastî kuştinkariyeke mezin û cenosîdê hatine û ji ber vê sitem û zordarîya mezin a li Kurdên Feylî hatîye kirin divê werin qerebûkirin.
Hedad got, "Heya bigihin mafên xwe, divê kurdên Feylî hevdeng û hev helwest bin."
Beşîr Hedad daxwaz ji hikumeta Iraqê kir ku mafên Kurdên Feylî vegerîne û wan qerebû bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin