PeyamaKurd- Li bakûrê Afxanistanê li bajarê Samanganê li navçeya Dere-î Suf Payanê, di navbera Talîban û hêzên dewletê de şer derket. Di dawiya şer de 9 cerdevan û yek jî sîvîl hatin kuştin.
Berdevkê wîlayeta Samanganê Siddiq Ezîzî ragihand ku piştî Talîbanê êrîş kir ser gundê Glûlayê şer derket. Azîzî got ku ji bilî 9 kuştiyan 8 cerdevan jî birîndarin.
Li aliyê dinê Talîbanê ragihand ku 19 cerdevan hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin