PeyamaKurd – Hejmara qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû û li herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê çêbû, 41 hezar kes derbas kir.
Li gorî amarên fermî, heta îro Pêncşemê 35 hezar û 418 kesan li Tirkiyê û 5 hezar û 801 kesan li Sûriyê di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.
Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê heta niha li çend deveran berdewam in û li deverên din jî hatine bidawîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin