Hengaw: Di êrîsa pasdaran de 2 Pêsmergeyên Rojhilatê Kurdistanê sehîd bûn

Hengaw: Di êrîsa pasdaran de 2 Pêsmergeyên Rojhilatê Kurdistanê sehîd bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa pasdarên Îranê de 2 Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.

Malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku şeva borî li nêzîkî gundê Likbin yê bajarê Pîranşarê, pasdarên Îranê otomobîlek dane ber guleyan.

Hat diyarkirin ku di wê êrîşê de du kes hatine kuştin ku tê gotin pêşmergeyên Rojhilatî û endamên PDKÎ bûne. Şofêrê otomobîlê jî birîndar bûye û ji aliyê pasdaran ve hatiye girtin.

Hîn ji aliyê PDKÎ ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin