PeyamaKurd – Hat ragihandin ku derengiya şeva borî li sînorê bajaroka Xaneqînê çekdarên Heşdî Şeibî ketin dafika çekdarên DAIŞê û 4 çekdarên Heşdî Şeibî birîndar bûn.
Fermandarê hêzên Heşdî Şeibî yê Lîwaya 110ê Ebumuntezir îro 13ê Nîsanê ragihand: “Derengiya şeva borî li navçeyê Qulayî ya ser bi Xaneqînê, çekdarên lîwaya me ketin dafik û kemîna DAIŞê û pevçûn pêk hat. Ji ber wê dafika çekdarên DAIŞê 4 çekdarên Heşdî Şeibî birîndar bûn.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin