Hesdî Sebî endamên PDK û YNKê girtin!

Hesdî Sebî endamên PDK û YNKê girtin!

PeyamaKurd- Ji herêmên Kurdistanî li navçeya Kerkûkê ya bi navê Daqûqê çekdarên Heşdî Şebiyê endamên PDK û YNKê girtin.

Di derbarê bûyerê de Endamê Meclîsa Bajêr yê Kerkûkê Mihemed Kemal ji çapemeniya Kurdî re axivî û wiha got: “Li navçeya Kerkûkê ya bi navê Daqûqê çekdarên Heşdî Şebiyê 5 jê pêşmerge û endamên PDK û YNKê, tevde 14 kes girtin. 10 ji van Kurd û 4 jî Ereb in.

Mihemed Kemal got ev kes, tenê ji ber ku Kurd bûn, hatine girtin. Heşdî Şebî bi taybetî îşkenceyê li welatiyên Kurd dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin