PeyamaKurd- Vê sibê hêzên asayîşê avêtin ser malên hevserokê HDP ê yê bajarê Mûşê Abdulbari Yiğit û hevserokê navçeya Aydın Ortaklarê Tekin Erikli û her du yan xistin bin çav. Hat ragihandin ku dema avêtine ser mala Tekin Erikli, temamê ferdên malê li erdê razandine û sîlih xistine serê kurê wî yê bi navê S.E. ku 12 saliye.
Erikli, ewilî dibin qereqola Ortaklarê û ji wê derê dibin rêvebiriya bajarê Aydınê beşa TEM ê. Li bajarê Mûşê li navçeya Kopê davêjin ser mala hevserokê HDP ê yê bajarê Mûşê Abdulbari Yiğit û ji malê wî dibin rêvebiriya asayîşê ya Kop ê. Sedema binçavkirina Abdulbari Yiğit nayê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin