PeyamaKurd – Bajarê Nashville ya li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, bi sedema ku Kurd lê zêde dijîn weka ‘Kurdistana Biçûk’ jî tê binavkirin. Li bajêr li dora 25 hezar Kurd dijîn, bi taybetî Kurdên başûr.
Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Sami Abdulrahman di ser hesabê xwe yê Twitterê de parvekir ku meclisa bajêr ya Nashville qanûna ku bi Hewlêrê (Erbîl) re bibin ‘destebira’ qebûl kiriye. Beyan Samî di parvekirina xwe de weha got:
“Bi fermî hat qebûl kirin. Do bi şev meclisa bajarê Nashville ji bo Erbîlê bike bajarê ‘destebira’ yê 10em, daxwaza qanûnê bi yekdengî qebûl kir.
Xelkê bajarê muzîkê û payîtexta Kurdistanê pîroz dikin. Ev ortaxiya dîrokî mizgîniya pêwendiyên çandî, civakî û profesyonelî dide. Ev, tenê destpêka rêwîtiyê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin