PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Îranê, li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek kuştin.
Malpera Rêxistina Mafên Mirova ya Hengawê di raportekê de diyar kiriye, êvara roja Yekşemê 05.09.2021ê hêzên pasdarên Îranê li sînorê Hacî Umran li herêma Şînkê ya ser bi Pîranşarê teqe li karwaneke kolberan kiriye û di encamê de jî kolberek hatiye kuştin.
Herwiha li gor wê raportê, navê wî kolberî Mihemed Xalid Ebdullazade ye û temenê wî 41 sal e.
Li gor zanyariyan, Mihemed Xalîd Ebdullazade bavê 2 zarokan e û heta niha termê wî jî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin