Hêzên Iraqî û sêniyên Kampa Mexmûrê hatin hemberî hev

Hêzên Iraqî û sêniyên Kampa Mexmûrê hatin hemberî hev

PeyamaKurd Ev çend roj in hêzên artêş û polîsên Iraqê û rûniştvanên kampa Mexmûrê hatin hemberî hev û rêveberiya kampê rê li ber avakirina xaleke leşkerî li derdora kampê bi jin û zarokan vekiriye.

Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji K24ê re ragihandiye, li ser biryara hikûmeta Iraqê, wê çend xalên serbazî li derdora kampê bên avakirin, da ku ewlehiya rûniştvanên kampê were dabînkirin.

Di dema ku hêzên Iraqî dixwazin biryara serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî cîbicî bikin, rûniştvanên kampê li dijî wê ne. Ji bo vê çend roj in hêzên asayîşê rûbirûyê rûniştvanên kampê bûne.

Rêvebiriya kampê jin û zarok li pêşiya xwepêşandanan hene û hêzên asayîşê jî bi kevir û daran li dijî cîbicîkirina planê disekinin.

Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Muhammed jî gotiye, “Li gorî rêgezan divê deriyê ketin û derketina kampê hebe. Herwiha divê kamp di bin çavdêriya Wezareta Karên Hundir de be. Pirsgirêk heye ji ber ku hin niştecihên kampê li dijî hebûna xalên leşkerî li derdora kampê ne."

Rageşiya li kampê tirs û fikar li navçeya Mexmûrê jî çêkiriye. Cotkar jî ditirsin ku ji ber tengezariyê zirarê bidin zeviyên wan.

Welatiyê navçeya Mexmûrê Diyar Hoşyar jî daye zanîn: “Ji ber bûyerên ku ev çend roj in li kampê qewimîne, li bazara Mexmûrê rawestayî heye. Hêzên Îraqî bi çekdarî li derdora kampê radiwestin. “Eger wiha berdewam bike dê şerê çekdarî derkeve.

Nêzîkî 20 hezar kes ku xizm û alîgirên endamên PKKê ne, li Kampa Mexmûrê ya ku ji aliyê PKKê ve "Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî" tê binavkirin, dimînin. Ev kamp beriya niha gelek caran ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû hedefgirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin