PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberan a Hikûmeta Iraqê ragihand, ji kampên Duhokê nêzî 5 hezar koçberan daxwaz kiriye, vegerin warê xwe.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas Cîhangîr ji rojnameya Sebah a Iraqê re daye xuyakirin, ji bo lezkirina karûbarên koçberan, wezaretê hejmarek karmendên din ji bo kampên Duhokê erkdar kirine û wê jî bandor li ser zêdekirina daxwaziyên vegera koçberan çêkiriye.
Wezaretê daye zanîn, hejmara koçberên ku dixwazin vegerin warê xwe du qatan zêde bûye û heya niha 5 hezar daxwazên vegerê ji wan re hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin