PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê, ji bo çend projeyên li devera Germiyan, nêzîkî 16 milyar dînaran dabîn dike.
Wezareta Darayî ya Kurdistanê diyar kiriye, bi rizamendî û pesenda Encumena Wezîran, 15 milyar û 826 milyon dînar ji bo 12 projeyan li devera Germiyan hat dabînkirin.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye, ew diravê han wê qonax bi qonax were xerckirin.
Piroje jî ev in: Çêkirina rê û cadeyan, kanalên ava pîs, lêdana bîrên avê, çêkirina dibistanan, çêkirina navendên tenduristiyê û çendîn pirojeyên din.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin