PeyamaKurd – Hikûmeta Lubnanê ji bo tespîtkirina berpirsên teqîna bendera Beyrûdê 4 roj mohlet da komîsyona lêkolînê.
Hat ragihandin ku hikûmeta Lubnanê ji bo eşkerekirin û tespîtkirina berpirsên teqîna Beyrûdê, komîsyoneke lêkolînê erkdar kiriye û 4 roj mohlet daye wê komîsyonê.
Di encama teqîna di depoyên Amonyum Nitratê de rû dabû de, karesata herî mezin a dîroka Lubnayê derketiye holê ku li Beyrûdê li gorî amarên dawî 137 kes zêdetir ji ber teqînê can dane û bêhtirî 5 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha tê gotin ku bi sedan kes jî winda ne ku metirsî heye hejmara miriyan zêdetir bibe.
Wezîrê Derve yê Lubnanê Charbel Wehbe ragihand, “îro biryar hatiye dayîn komîsyona lêkolînê di nav çar rojan de raporeke berfireh derbarê teqînê de amade bike û pêşkeş bike daku berpirsên wê teqînê bişînin ber dadgehê. Wê ji ber vê îhmala tirsnak dadger berpirsan ceza bikin.”
Li Beyrûdê piştî teqîna 4ê Tebaxê ya bendera Beyrûdê, li bajêr 2 hefte rewşa awarte hatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin