PeyamaKurd- Konsolosê Hindistanê yê li Bexdayê aşkera kir ku wê petrola Kurdistanê bikirin û bo Hindistanê bişînin. Ev biryar di encama komeka bazirganên Hindistanê ku hatibûn herêma Kurdistanê û bi oda bazirganiya herêma Kurdistanê re civiyan û vê biryarê girtin.
Li gor ragihandina serokê ode ya Bazirganiyê ya Kurdistanê Dara Celîl, wê di meha pêşiya me de bi çend şîrketên Hindistanê re peymana petrolê girêdin.
Balyozê Hibdistanê jî got ku ew heya niha ji Iraqê petrolê dikirîn lê piştî îro wê pêwendiyên wan bi herêma Kurdistanê re hebe û petrola wan jî bo Hindistanê bikirin.
Hindistan bi hesêb nûfûsa xwe welatekî qelebalixe û pêdiviya wê bi petrolê gelek heye. Di van mehên dawiyê de Hindistan petrola Îranê bi miqdarekî zêde dikire û miqdarê ku ji Erebistana Si’ûdiyê dikirî niha gelek kêm kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin