Serdana Serokwezîr Mesûr Barzanî ya Ewropayê dest pê kir: Li Holandeyê hat pêswazîkirin

Serdana Serokwezîr Mesûr Barzanî ya Ewropayê dest pê kir: Li Holandeyê hat pêswazîkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku îro 9ê mijdarê ji bo çend serdanên fermî bi rayedarên ewropî re ber bi Ewropayê bi rê ket, pêşî çû Holandeyê.

Serokwezîr Barzanî li balafirxaneya Amsterdam a Holandeyê ji aliyê berpirsên wî welatî ve bi fermî hat pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda ligel wî, yekem hevdîtina xwe ligel Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte pêk tînin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Dilawer Ajgeyî li ser serdana serokwezîr ji K24ê re ragihandiye ku vê êvarê her du serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Holandayê, ji bo gotûbêjkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê dicivin.

Dilawer Ajgeyî got: “Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hewldanên Herêma Kurdistanê de ye ji bo bihêzkirina peywendiyên derve û pêşvebirina zêdetir a wan peywendiyan.”

Ajgeyî destnîşan kir: “Di bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tekezî li ser wê yekê hatibû kirin ku ev kabîne ji bo bihêzkirina zêdetir a peywendiyên derve yên Herêma Kurdistanê bixebite.”

Nûnerê Herêma Kurdistanê bibîr xist ku Serokwezîrê Holandayê kesayetekî bihêz ê Yekîtiya Ewropayê ye û rol û bandora Holandayê li ser biryarên Yekîtiya Ewropayê diyar e û Holanda ji aliyê siyasî û serbazî ve, alîkar û piştevana Pêşmerge bû di şerê li dijî DAIŞê de û niha jî şêwirmendên Holandî li Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe ne.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ajgeyî behsa wê yekê jî kir ku şanda Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Plandanîn û Serokê Desteya Veberhênanê pêk tê û ev jî dide nîşandan ku Herêma Kurdistanê dixwaze ji van aliyan ve peywendiyên xwe yên ligel Holandayê pêşve bibe.

Dilawer Ajgeyî qala helwesta Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte kir ku di dorpêça esmanî û siyasî ya ser Herêma Kurdistanê de piştevaniya Kurdan kiribû û di civîneke çapemeniyê de daxwaz kiribû ku dorpêça esmanî û siyasî ya ser Herêma Kurdistanê were rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin