Di anketa pasîn de encamên balkês! Vaye dengên nû yên berendam û partiyan!

Di anketa pasîn de encamên balkês! Vaye dengên nû yên berendam û partiyan!

PeyamaKurd – Serokê Avrasya Lêkolînê Kemal Ozkiraz encamên anketa ku bi rêbaza Cati Nuts 2 di navbera 12-17 Adar 2023 de bi 2 hezar û 560 beşdaran re kiriye parve kir.

Li gorî encamên anketa Avrasya Lêkolîn rêjeya dengên partiyan wiha ne:

CHP ji sedî 31,9 e

AK Partî ji sedî 29,1 e

Partiya Baş ji sedî 10,5

HDP ji sedî 10,2

MHP ji sedî 7

DEVA ji sedî 2,1

TÎP ji sedî 1,6

Partiya Memleket ji sedî 1,6

Partiya Refahê ji sedî 1,5 e

Partiya Zaferê ji sedî 1

Partiya Saadetê 0,9 ji sedî

Partiya Gelecekê ji sedî 0,8

DP 0,5 ji sedî

Yên din 1,3

'Kiliçdaroglu di pêşiyê de tê xuyanî'

Di anketê de ji beşdaran hat pirsîn, "Eger îro hilbijartina serokomariyê çêbibe hûn ê dengê xwe bidin kîjan namzetî?"

Li gorî encaman, namzedê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu ji %53.5; Ji sedî 39,7 Recep Tayyîp Erdogan; Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce ji sedî 2,9; Serokê Partiya Refahê ji sedî 2 Fatîh Erbakan; Namzedê Tifaqa ATA Sînan Ogan ji sedî 1,4; Ji sedî 0,5 Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek.

'Di tûra duyemîn de Kiliçdaroglu serketî xuya dike'

Di anketê de her wiha hat pirsîn ku eger Kiliçdaroglu û Erdogan derbasî tûra 2yemîn bibin wê çend ji sedî dengan bi dest bixin.

Li gorî vê; Kiliçdaroglu ji sedî 57 e

Erdogan ji sedî 43 ê dengan distîne.

'Tifaqa Neteweyî li pêş e'

Li gorî anketa Avrasya Lêkolîn rêjeya dengên hevpeymanan wiha bûn:

Tifaqa Netewî ji sedî 46,7; Tifaqa Gel ji sedî 36,3; Tifaqa Ked û Azadiyê ji sedî 11,8; tifaqên din ji sedî 5,2.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin