PeyamaKurd – Bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebcê, li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistanê, meş û çalakî destpê kirin.
Îro 33 sal di ser kîmyabarana Helebcê re derbas bû.
Di çarçoveya bîranîna 33yemîn Komkujiya Helebceyê, îro danê sibê meşek destpê kir.
Li gorî zanyariyan, di meşa ku ji çerxerêya Şehîd Umer Xawer destpê kiriye, berpirsên rêveberiya parêzgeha Helebcê û hejmarek berçav ji xelkê bajêr beşdar bûne û pankartek hilgirtine ku li ser ev gotin hatiye nivîsandin: Helebce û Helebceyî, wefayê bo qurbanîdanên xwe dixwazin!
Çalakî dê li ser goristana şehîdan xelas bibe û li wir çend gotar bên pêşkêşkirin.
Herwiha, îro wê çend çalakiyên din jî bo salvegera kîmyabarana Helebcê bên kirin.
Roja 16ê Adara 1988ê, balafirên şer ên rêjîma Beis ya Iraqê, bajarê Helebcê dan ber bombên kîmyayî. Di encama wê êrîşa hovane de, herî kêm 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin