PeyamaKurd – Li Fransayê li devera Auvergne-Rhone-Alpesê kesekî bi çek êrîşê ser ahenga rojbûna xortekî 20 salî kir, di encamê de 3 kesan kuşt,4 kesan birîndar kir û paşî xwe kuşt.
Ciyê aheng lê dihat kirin gundê bi navê Espinasse-Vozelleye ku nûfûsa gund li dora hezarekiye. Di êrîşê de kurê 20 salî bavê wî û mêvanekî hat kuştin.
Êrîşker, cîranê malbata ku ahenga rojbûna wî ya ji dayîkbûnê dihat kirin. Kujer, ji bo ahengê nehatibû dawetkirin û ji bilî kuştiyan 4 kesan jî birîndar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin