PeyamaKurd – Ji ber nûbûna xizmetguzariyan, gendelî û bêkariyê biryare roja îna dahatû li seranserê Iraqê ji nû ve xwepêşandanên protestoyî dest pê bikin.
Li gorî daxuyaniya kordînatorê xwepêşandanan Xelîl Nacî dê xwepêşandan li 14 parêzgahên Iraqê roja înê hevdem destpê bikin û bi awayekî girseyî û aştîyane bin.
Nacî ragihandiye ku daxwaziyên gel di serî de kêmbûna xizmetguzariyan, berdewama gendeliyê û nebûna kar e û ji bo ev daxwaziyên wan werin bicihanîn, tê çaverêkirin bi milyonan kes li Bexdayê û parêzgahên din beşdariya xwepêşandanan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin