PeyamaKurd – Ji ber tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê, li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, 3 gund hatin kerentînekirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Qersê, encama testa Korona ya hinek welatiyan, pozîtîf derketiye. Li ser vê, Lijneya Parastina Tendirustiyê ya Wîlayetê, di çarçoveya tedbîrên li dijî Korona de, hin biryarên nû dan.
Herwiha di daxuyaniya Parêzgariyê de hat diyarkirin, bi mebesta rêgirîkirina li belavbûna nexweşiyê, dabînkirina îzolasyona civakî û bi vê parastina tendirustiya welatiyan, li gundê Kocakoya girêdayî Têkor û li gundên Şamî û Karakuşa girêdayî Qaxizmanê, kerentîn hat destpêkirin.
Herî dawî di daxuyaniyê de hat zanîn, di çarçoveya tedbîrên Koronayê de ketin û derketinên gund hatine ragirtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin