HRANA: Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 3 hezar û 90 kesan jiyana xwe ji dest da

Dîroka weşanê :
HRANA: Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 3 hezar û 90 kesan jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 3 hezar û 90 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên ajansê, di van bûyeran de 2 hezar û 55 kes birîndar bûne û 22 hezar û 123 kes jî hatine binçavkirin.

Rayedarên rejîma Îranê heta niha derbarê hejmara mirî û birîndaran de agahiyên fermî belav nekirine.

Lê belê hikûmetê ragihand ku wan 3 hezar kes bi tohmeta "endamtiya rêxistinên terorê" an jî "provokasyonê" girtine.

Ev xwepêşandan di 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li Tehranê ji ber krîza aborî û daketina nirxê pereyê herêmî dest pê kirin û li bajaran belav bûn. Hikûmeta Îranê ji 8ê Çileya 2026an ve, piştî zêdebûna pevçûnan, gihîştina înternetê li gelek deveran asteng kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin