PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Würzburgê li nava bajêr kesekî bi kêrê li kesên di rê de derbas dibûn xist û 3 kesan kuşt û 6 kesan birîndar kir. Li gor ragihandina polîs, kesê êrîşker li Meydana Barbarossa êrîşê xelkê kir. Di nav birîndaran de birîndarên halgiran hene.
Polîs bi sîlihan li lingê wî xist û karibû bi wî awayî bigirta. Herêma bûyerê bi şerîdên polîs hat girtin. Gelkî ambûlans û alavên polîsan çûn ciyê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin