Herwiha da zanîn: “Bi amadekarî û perspektîvan ketin nava operasyoneke taybet. Bi baldariyeke mezin bi ser deverên çekdaran de girtin.”
Di berdewamiyê de eşkere kir: “Bi beşdariya hêzên Asayîşê wan, dest bi pêngava têkbirina şaneyên DAIŞê kiriye. Li Dêrik, Hesekê, Hol, Til Hemîs û Til Birak operasyonên mezin pêk hatin.”
HSDê destnîşan kir: “12 çekdar hatin girtin û planeke wan a berfireh hat bêbandorkirin.”
Hat ragihandin: “Ev çekdar xwedî planeke gelekî xeter bûn: Êrîşeke mezin pêk bînin, jinên DAIŞî ji Kampa Holê birevînin û wan derbasî herêmên dagirkirî bikin û li dijî welatiyan jî planên berfireh pêk bînin.”
HSDê diyar kir: “Lê belê armancên wan negihiştin serî û gelek çek û alavên bi wan re jî ketin destê şervanan û piştî gefên dewleta Tirk li dijî herêmê, tevgera şaneyên DAIŞê zêde bûye û sûdeke mezin ji vê yekê digire.”
Herî dawî hişyarî da ku Tirkiyê hewl dide DAIŞ vegerîne û zindî bike û pêwîst e civaka navnetweyî bi nêrînek rast li vê yekê binêre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin