HSD: Berpirsê pere û çalakiyên saneyên razayî yê DAISê hat kustin

HSD: Berpirsê pere û çalakiyên saneyên razayî yê DAISê hat kustin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku terorîstê DAIŞê yê berpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî yên DAIŞê Ebû Elwerd El-Iraqî ku çalakiyên DAIŞê yên herêmê bi rê ve dibirin, di operasyoneke hêzên wan ên antîterorê de hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên antîterorê yên girêdayî HSDê bi operasyoneke taybet berpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî yên DAIŞê Ebû Elwerd El-Iraqî kuştin e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, roja 14ê Çileyê li Dêrazorê hêzên Antîterorê li dijî Ebû Elwerd El-Iraqî operasyonek lidar xistin û di encama operasyonê de Ebû Elwerd El-Iraqî û DAIŞîyekî ku navê wî nehatiye zelalkirin, hatin kuştine û miqdarek jî cebilxane û dokuman hatin desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin