HSD: Divê civaka navdewletî rê nede qeyraneke mirovî

HSD: Divê civaka navdewletî rê nede qeyraneke mirovî

PeyamaKurd - HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku liv û tevgera li ser sînor nîşan dide ku dewleta tirk dê êrîşî herêmê bike. HSDê diyar kir ku dê êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê rê li ber karesatên mezin veke û bang li hêzên koalîsyonê kir ku rê nedin krîzeke însanî ya gengaz.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê liv û tevgera leşkerî ya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HSDê di daxuyaniyê de diyar kir ku nîşaneyên li xeta sînor, agahiyên ji qadê tên wergirtin û sewqiyata leşkerî ya dewleta tirk nîşan didin ku dewleta tirk û komên wê yên çete dê êrîşeke giran bibin ser herêmê.

Di berdewamê de jî HSDê destnîşan kir ku ji ber ku li ser xeta sînor sivîl hene, êrîş gefê li jiyana bi hezaran sivîlan dixwe û wiha bi dawî kir: “Lewma em bang li civaka navneteweyî û koalîsyona navneteweyî dikin ku me bi hev re mohra xwe danîn binê serkeftinan, berpirsyariyên xwe pêk bînin û rê nedin krîzeke însanî ya gengaz.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin