Blinken: Operasyoneke ser Rojava ne di berjewendiya ti kesî de ye!

Blinken: Operasyoneke ser Rojava ne di berjewendiya ti kesî de ye!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku derketiye gera xwe ya Rojhilata Navîn, li Al-Arabiya re axivî û derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê û normalkirina pêwendiyên bi Şamê re daxuyanî dan.

Antony Blinken got ku operasyoneke muhtemel a ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ne di berjewendiya ti kesî de ye û xetera ku ziyaneke mezin bigihîne sivîlan heye.

‘Divê kêşe bêyî destwerdana leşkerî bên çareserkirin’

Blinken li ser pirsa ‘Gelo hûn piştgiriya êrîşên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin?’ got: “Me bang li hemû aliyan kir ku rewşê aram bikin. Bi ya min pêdiviya me bi operasyoneke leşkerî nîne. Ev helbet xeteriyeke mezin a ziyanên mezin li ser sivîlan çêdike. Ev dê zirarê bide hewldanên têkoşîna dijî DAIŞê ku nikaribin bala xwe bidin ser. Û bi eşkereyî, ne di berjewendiya ti kesî de ye. Berjwendiyên meşrû yên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hene. Ji vê re îtiraza me nîne. Lê bi ya me divê ev berjewendî (kêşe) bêyî destwerdana leşkerî bi awayekî bandor werin çareserkirin.”

‘Em piştgiriyê nadin normalbûna bi Esed re’

Wezîrê Amerîkî li ser asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê jî dubare diyar kir: “Em di mijara rejîma Esed de zelal in. Em piştgiriya normalbûnê nakin. Em piştgiriya biryarên Konseya Neteweyên Yekbûyî yên bo çareserkirina siyasî ya krîza Sûriyê dikin. Mixabin Esed di vê proseyê de cî nagire û red kir ku cî bigire. Bêyî vê pir zehmet e em pêşiya xwe bibînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin