HSD: Gotûbêjên agirbestê encam nedan

HSD: Gotûbêjên agirbestê encam nedan

PeyamaKurd – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî hevdîtinên agirbestê yên ku bi navbeynkariya DYAyê bi Tirkiyeyê re û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) ya ku Tirkiye piştgiriya wan dike de, daxuyaniyek da.

Hat diyarkirin ku muzakereyên ji bo agirbesteke mayînde didomin, bi ser neketin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Hewldanên DYAyê yên ji bo agirbesteke mayînde li herêmên Minbic û Kobanî, ji ber nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî van hewldanan û qebûlnekirina xalên sereke têk çû.

Navbeynkarî li ser veguhestina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û sivîlên ku li Minbicê asê mane û dixwestin vegerin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vegerandina tirba Silêman Şah bo cihê wê yê berê bû.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin