HSDê bersiv da îdiaya MSBê ya kustina 41 servanan…

HSDê bersiv da îdiaya MSBê ya kustina 41 servanan…

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê (MSB) doh 13ê Hezîranê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku di encama operasyoneke bi balafirên bêmirov de, wan li herêmên Minbic û Til Rifetê 41 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kuştine.

Li ser vê îdiayê Navenda Ragihandina HSDê îro 14ê Hezîranê, li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek belav kir û ragihand ti endamên wan li herêmên navborî tune ne û red kir ku ti şervanekî wan hatiye kuştin.

Navenda Ragihandina HSDê bi daxuyaniyekê bersiv da îdiayên MSBê û ragihand: “Li Til Rifet ti yekîneyên me nîn in. Encamên êrîşên li Minbicê jî, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji raya giştî re hatine ragihandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin