PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di encama operasyoneke ser şaneyeke DAIŞê de, 5 terorîstên wê rêxistinê desteser kirin.
Li gorî zanyariyan, hêzên HSDê Di îro 8ê Mijdarê danê sibehê li aliyê başûr û rojavayê bajarokê El-Busereya yê rojhilatê bajarê Dêrazorê operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê li dar xist û di encamê de 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
Hatiye diyarkirin ku wê şaneya DAIŞê suîqest û êrîşên li dijî xelkê herêmê dikirin û motorsiklêt diteqandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin